LAŞ Ê MIN Û QERAR A XWEDÊ

LAŞ Ê MIN Û QERAR A XWEDÊ
28 February 2026
Porên min şervanên welat yek bi yek.
Brûyên min şûr yek mertal.
Bijangên min tîrên tûjin li çavên neyaran.
Çavên min li rinda min.
Tenê ji bo  rind û delaliya min.
Rinda min her tim li ber çavên min.
Poz ê min çiyayê Agirî.
Agir û alaviya serê neyaran.
Dev û zimanê min.
Awaza gel û welatê min.
Dest û lingên min.
Xizmetkarên hêvîdar.
Laş ê min axa welat.
Dilê min da Delaliyên min.
Tiştek nema ji bo  min.
Hiş û laşê min ji bo  welat.
Herê rind u delaliyê.
Çavên min li te tarî man ji ber te.
Hiş û laşê min berdêliya welat.
Hiş  û laşê min rindê.
Berdêliya welat.
Mizgîna serxwebûnê.
De were rindê de were.
Bîne ji min re mizgîna serxwebûnê.
Bersiva xwedê li zilma zilmkaran.
Zilma li ser Kurd û Kurdistan.
Tu li ku mayî rindê.?
Bigihêjne min xebera mizgînê.
Xebera serxwebûna Kurdistanê QERAR A XWEDÊ.
Hêviya te me.
Bîne ji min re xebera mizgînê.
Serxwebûna Kurdistanê.
Bîne ji min re mizgînê û ez û tû rabin bigrin dîlanê.
Em dilşad bikin cîhanê.
Bi serxwebûna Kurdistanê.
Çavên min tarî.
Ez li hêviya te.
De were rindê em rabin dîlan û govendê.

Hüseyin Baybaşin